Mesrûr Barzanî: Dibe Herêma Kurdistanê bibe bingeheke bazirganî li deverê
Evro, Sêşembîyê 15/10/2019 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li serok û endamên Civata Bazirganîya Emerîka- Kurdistanê ku pêkhatibû ji nwênerên hejmareke kompanîya yên Emerîkî.
K24- Hewlêr

Di kombûnê de, ku Beyan Samî Ebdulrehman, nwênera hikumeta Herêma Kurdistanê li Waşintunê amade bû, gotûbêj harin kirin derbarê pêşxistina peywendîyên bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Emerîka da.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê de ku di kabîneya nehem a hikumeta Herêma Kurdistanê de hewla hemerengkirina abûrîya Herêma Kurdistanê dide, nemaze jî giringîyê bi kerta çandinê dide. Delîve ya wê yekê jî heye Herêma Kurdistanê bibe sevîkeke xorakê nekû tenê bo navxwe û Îraqê belkû bo hemû deverê jî.
Got jî: Herêma Kurdistanê dibe bibe bingehek bazirgaîya mezin di deverê de, bo evê yekê jî sanhîkirina pêwîst bo weberhênerên hindûrî û navxwe dihêt kirin.
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)