Xalên rêkeftina HSD û Sûriyê hatin eşkere kirin
Xalên rêkeftina dinavbera HSDê û Hikumeta Sûriyê de tên eşkere kirin.
K24- Hewlêr
Xalên rêkeftina dinavbera HSDê û Hikumeta Sûriyê de tên eşkere kirin.
Li gorî belgeyekê ku hatiye belav kirin û îmzeya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Fermandarê Giştî yê YPGê li sere, , diyar dibe ku HSDê li ser wê yekê erê kirye ku navçeyên ji Eyn Dîwerê ta Bajarê Cerablusê bikeve dibin kontirola Hêzên Hikûmeta Sûriyê de ku dê hêzên Hikûmetê ji sê eniyan derbasî navçeyê bibin, ya yekê ji Tebqe berev bakur ve ta digehe Eyn Îsa û Girê spî, ya dûyem jî ji Minbic ta Kobanê, Bereya sêyê jî ji Hesekê ta Til Temir ta Serê kaniyê û ji wir jî ta Qamişlo û Dêrikê.
Her li gorî wê rêkeftinê dê Hêzên Hikumeta Sûriyê bi hemahengî digel Civatên leşkerî yên xwecihî werin belav kirin û dê navçeya ji Serê Kaniyê ta Girê Spî wek navçeya şer were diyarkirin ta rizgarkirina wê navçeyê.
Li gorî belgeya ku hatiye belav kirin HSDê tekezî li wê yekê kirye ku ji bo yekîtî û selametiya komara Erebiya Sûriyê dibin ala Sûriyê de amadeye, herweha amadeye li tenişt Hêzên Hikûmetê li himberî gefên Tirkiyê bi serkirdatiya Beşar Esed raweste.