Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê êrîşa de dicive
Encûmena Asayişa Navdewletî îro derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Asayişa Navdewletî îro derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de dicive.
Biryar e Encûmena Asayişa Navdewletî li ser daxwaza Almanya, Fransa, Polende, Brîtanya û Belçîka civîneke girtî derbarê êrîşa Tirkî li ser Rojavayê Kurdistanê bicive.
Di yeke civîna Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê êrîşa Tirkiyê de ku roja 10ê vê mehê bû, dabeşbûn di nava welatên endam de çê bû û tenê Ewropiyan di daxuyaniyekê daxwaza rawestandina êrîşê kirin.
Piştre bi rojekê jî Amerîka projebiryarek pêşkêş kir û daxwaza rawestandina êrîşê kir, lê ev yek jî rastî vetoya Rûsya û Çînê hat.
Derbarê civîna îro û helwesta Rûsyayê de, dîplomatarekî ku nexwastiye navê xwe aşkere bike got, nayê pêşbînîkirin dê helwesta Rûsya çi be û dibe careke din jî li dijî her biryarekê derkeve.
Roja 9ê Cotmehê artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve dest bi êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê li rojhilatê Firatê kirin, di encamê de ta niha zêdetir ji 165 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 275 hezar kesî jî koçber bûne.
S. B