NY: Hêzên ser bi Tirkiyê ve tawanên cengê dikin

Netewên Yekgirtî di raportekê de ragihand, hêzên ser bi Tirkiyê ve welatiyên sivîl dikujin û tawanên cengê dikin, ji ber wê jî Enqerê bi tundî berpirsyar dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî di raportekê de derbarê helwesta xwe ji êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand, hêzên ser bi Tirkiyê ve welatiyên sivîl dikujin û tawanên cengê dikin, ji ber wê jî Enqerê bi tundî berpirsyar dibe.

Netewên Yekgirtî di raportekê de amaje bi kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef kir û aşkere kir, çekdarên Ehrar El Şamê welatiyên sivîl li bakurê Sûriyê kuştine û belge û vîdyo jî li cem Netewên Yekgirtî hene.

Netewên Yekgirtî dibêje, tenê yek ji 9 kesên ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine, cilên leşkerî lê bûn. Kuştina Hevrîn Xelef û kesên din yên sivîl li dijî yasayên navdewletî ye û bi tawana cengê tê hejmaretin.

Roja 11ê Cotmehê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser riya navdewletî ya bajarê Qamişlo û 9 kesên din ji aliyê mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve hat şehîdkirin.

 

S. B