Wezîrê derveyê Firansayê seredana Hewlêrê û Bexdayê dike

Wezîrê derveyê Firansayê ragehand, li gel Hewlêr û Bexdayê derbarê zîndanîyên Daişê gotûbêjan dikîn.

K24- Hewlêr

Wezîrê derveyê Firansayê ragehand, li gel Hewlêr û Bexdayê derbarê zîndanîyên Daişê gotûbêjan dikîn.

Can Êv Lodiryan, wezîrê derveyê Firansayê di hevpeyvîneke rojnamevanî de aşkera kir, derbarê zîndanîyên Daişê ku li Îraqê hatîne desteserkirin li gel berpirsên Hewlêr û Bexdayê gotûbêjan dikîn.

Hevdem nerîna Fiansayê ewe ku hêrişa Tirkiyê bo ser bakûra Suriyê dibe sedema dûbare vegerana Daişê.

Bi sedema hêrişa Tirkiyê bo ser rojavaya Kurdistanê, vegerîyana Daişê  bûye metirsîyeke cidî û welatên Ewrûpayê jî hewil dide ji niha ve gengeşe ya evê pirsê û rêkarên pêşwext bigirin ber xwe.