Serokê KKP Sînan Çîftyûrek hat binçavkirin
Serokê Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek li Diyarbekirê hate desteserkirin. Li Enqereyê jî 11 kes bi tohmeta bangeşekirina PKKê hatin desteserkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek li Diyarbekirê hate desteserkirin. Li Enqereyê jî 11 kes bi tohmeta bangeşekirina PKKê hatin desteserkirin.
Hat zanîn, li Diyarbekirê îro berbangê polîsên li dijî terorê bi ser mala Serokê Partiya Komûnîst a Kurdistanê Sînan Çîftyûrek de girtiye û ew desteserkiriye.
Heta niha sedema destserkirina Sînan Çîftyûrekî nehatiye eşkerekirin û li Rêveberiya Asayîşa Diyarbekirê tê lêpirsînkirin.
Ji aliyekî din ve li Enqereyê jî 11 kes bi tohmeta li ser medyaya sosyal bangeşeya PKKê kirine, li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatin desteserkirin.
S. B