Li Eyn Îsayê 3 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin

Di encama şer û pevçûnê li derdora Eyn Îsayê de, mîlîşyayên ser bi artêşa Tirkiyê ve êrîşî artêşa Sûriyê kir, di encamê de 3 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama şer û pevçûnê li derdora Eyn Îsayê de, mîlîşyayên ser bi artêşa Tirkiyê ve êrîşî artêşa Sûriyê kir, di encamê de 3 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin.

Medyaya nêzîkî HSDê belav kir, îro li bakurê rojhilatê Eyn Îsayê şerek giran derketiye. Mîlîşyayên ser bi artêşa Tirkiyê ve êrîşî xaleke artêşa Sûriyê kir û di encamê de 3 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bû.

Her li Eyn Îsayê şervanên HSD derbeyek li artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên wê xistin û di encamê de, du erebeyên ku doçka li ser bûn ketin destê şervanên HSDê.

Di çarçova rêkeftina HSDê û artêşa Sûriyê de, du roj in yekîneyên ji artêşa Sûriyê li Eyn Îsa, Til Temir û Minbicê belav bûne.

 

S. B