Artêşa Tirkiyê Dêrikê topbaran dike
Peyamnêrê K24ê ragihand, artêşa Tirkiyê gundên Dêrika Hemko topbaran dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê ragihand, artêşa Tirkiyê gundên Dêrika Hemko topbaran dike û şer û pevçûn di navbera HSD û çekdarên mîlîşyayên Tirkiyê li Serê Kaniyê û gundewarê Til Temirê berdewam e.
Peyamnêrê me Ekrem Salih da zanîn, berî bîstekê 4 topên artêşa Tirkiyê li derdora gundê Qesr Dîb û topek jî li nêzîkî gundê Hub El Hewa ketin 15 K.M li bakurê Dêrkê ketin.
Ta niha derbarê ziyanên wê êrîşê nayin zanîn.
Di dawî pêşhatên îro yên êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê de, li Serê Kaniyê şer di navbera HSDê û mîlîşyayên ser bi artêşa Tirkiyê ve berdewam e.
Herwiha şer li gundên Aliye û Menacîr yên li rojavayê Til Temirê berdewam e û şervanên HSDê karîne hejmarek ji çekdarên mîlîşyayan bikujin.
Êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê îro di roja 8emîn de berdewam e û heta niha bi sedan welatiyên sivîl bûne qurbanî û bi sedhezaran jî koçber û derbider bûne.
S. B