Serokê Herêmê aliyên siyasî kom dike
Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, di civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî de tekezî li dirustkirina hevpeymaniyeke Kurdistanî hate kirine, ku bikare mafên Kurd li Bexdayê bidest bixin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Serkirdariya PDKê Dilşad Şihab ragihand, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser wê yekê hevnerîn bûn, ku divê pirsên navçeyê bi riyên diyalog û aştiyane bêne çareserkirin.
Amaje bi wê jî da, Herêma Kurdistanê amadehî nîşan daye, ji bo karînên xwe yên dîplomasî û siyasî bikar bîne, ji bo çareserkirina qeyrana ku li Rojavayê Kurdistanê heye.
Dilşad Şihab amaje bi wê kir, her demê pêwîst be, civînên wiha ji bo nêzîkirina aliyên Herêma Kurdistanê encam didin.
S. B