Dîcîtal Mîdya Kurdistan24 (Hesare ya Şîn şîn dike)

Li gor Datayên (google analytics) Dîcîtal Mîdya Kurdistan 24 li sernaserê cîhanê bikarhînerên wê hene û xwîndevanên wê kilîk li ser nûçe û raport û mijarên wê dikin.

K24- Hewlêr

Li gor Datayên (google analytics) Dîcîtal Mîdya Kurdistan 24 li sernaserê cîhanê bikarhînerên wê hene û xwîndevanên wê kilîk li ser nûçe û raport û mijarên wê dikin.

Wek di nexşeyê de hatîye, li Korya Bakûr û çend welateke kêm ji rojavaya Eferîkayê nebe ku Internêt têde nîne, yan jî xizmetguzarîyên Internêyê têde wek pêwîst nîne, neku li tevaya welatên cîhanê, çavdêrîya Dîcîtal Mîdya ya Kurdistan24 dikin û wek çavkanîyeke sereke ya nûçe û zanîyarîyan rojane mijarên wê vedixwîn in.

Milbimil li gel malpera Kurdistan24 (www.kurdistan24.net) tevaya Soşîyal Mêdya yên Kurdistan24 pêgeha wê cihê bawerîya xelkê ne û bi milyonan car bikarhînerên weê pişikdarîyê di mijar û belavkirîyên wê de dikin û ji her 250 postên weê di heftîyekê de, zêdetir ji 9 milyon pişikdaran heye ku bi (Engagements) dihêt nasîn. Ev di demekê de ye peyca fermîya Kurdistan24, (1.6) milyon (like) heye û hevberkirin li gel peycên mîdyayên navdarê cîhanê ku hinek ji wan digehe 50 milyon (like)an  pişikdarya post, vîdyo, mijarên peyca Kurdistan24 di asteka bilind de ye.

Herweha nûçeyên malpera Kurdistan24 wek ku xuya dibe di zêdetirîn dîtin ku li ser rûpela sereke ya malperê  bi sanahî dihêt dîtin, piranîya xwîndevanan rojane nûçe, raport û mijaran xedixîn in.

Kurdistan24 wek dezgeheke ragehandin û vekolînê, di dema kêmtir ji çar salên temena xwe de çavkanîyeke sereke bûye bo xwîndevanan, bîner, bihisteran çavkanîyeke sereke bûye bo mêdîyayên cîhanê.

Bi dehan kenal û navendên mîdyayî, pêgehên eliktironî navdar û rojnameyên navadar, nûçe û vîdyoyên bûyerên Kurdistanê û deverê ji Kurdistan24 wergirtîye ûli vê dawîyê jî piştbestin a mîdyayên cîhanê bû bi vîdyo û mijarên Kurdistan 24 di destpêka hêrişên Tirkiyê bo ser rojavaya Kurdistanê.