Tiramp: Kurd ne firişte ne û baş parastina wan hatiye kirin

Serokê Amerîka Donald Trump ragehand ku baş parastina Kurdan hatiye kirin.

K24- Hewlêr

Serokê Amerîka Donald Trump ragehand ku baş parastina Kurdan hatiye kirin.

Serokê Amerîka Donald Trump, di nûtirîn helwest de derbarê êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ragehand, ku Kurd ne firişte ne û baş parastina wan hatiye kirin.

Herwiha Trump got, ku êrîşa Tirkiyê pêwendî bi Amerîka ve nîn e û girêdayî Sûriyê û Tirkiyê ye û da zanîn, ku ew hewl didin çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîn in.

Donald Tiramp, got jî: Kareke asayîye Suriya ji alîyê Rûsyayê ve bihêt hevkarîkirin.