Civata Wezîrên herêma Kurdistanê çend mijarên giring gotûbêj kir
Îro Civata Wezîrên herêma Kurdistanê, bi serpereştiya Mesrûr Barzanî - Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê û bi amadebûn a Cîgirê Serokê hikûmetê Qubad Talabanî birêve çû.
K24- Hewlêr
Îro Civata Wezîrên herêma Kurdistanê, bi serpereştiya Mesrûr Barzanî - Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê û bi amadebûn a Cîgirê Serokê hikûmetê Qubad Talabanî birêve çû.
Di destpêka civînê de, danûstandin derbarê mijara damezrandina 3 yekemên zanîngehên hikûmî hate kirin ji bo sala xwendina 2015-2016an. Di vê derbarê de, piştî ku Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Aram Mihemed raportek pêşkêş kir. Civata Wezîrên herêma Kurdistanê biryara damezrandina wan da, wek qonaxa yekem a damezrandina yekeman. Piştre Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talabanî projeyek derbarê bi bazarkirina navxweyî, ya genimê berhemhêner li herêma Kurdistanê aniye ziman.
Serokê Civata Wezîrên herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ko giringîdan bi kerta çandiniyê, yek ji erkên sereke yê karnameya 9em a Hikûmeta herêma Kurdistanê ye bi coreyekî, ku pêwîst e kar liser dabînkirina asayişa xwarinê bikin û hewl bidin, bazar ji bo berhemên çandiniyê yên navxweyî were dîtin. Civata Wezîran di vê derbarê de, çend wezaret û fermangeh û desteyên hikûmetê raspart, ji bo lêkolînên zêdetir, derbarê vê projeyê de.
Civata Wezîrên herêma Kurdistanê, danûstandin derbarê çend pirsgirêkên pêwendîdar bi Wezareta Pîşesazî û Bazirganî kir, ku ji alî Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî Kemal Muslîm hatibû pêşkêş kirin û aliyên pêwendîdar hatin raspartin ji bo çareserkirinê.
Di dawiyê de, Wezîrê herêmê ji bo karûbarê parleman Vala Ferîd, kurteyek derbarê projeyasa ya madeyên hişbir pêşkêş kir. Wezîrên pêwendîdar hatin raspartin, ku di demek nêzîk de, nerînên xwe derbarê van madan bîn in ziman, ko pêwendîdar in, bi wezaretên wan, ta ku di demek nêzîk de ji bo Parleman bişîn in.
.jpg)
.jpg)
.jpg)