Yekêtîya Ewrûpayê: Hêrişa Tirkiyê gefe bo ser asayîşa Ewrûpayê û divêt supayê xwe vekişîne
Yekêtîya Ewrûpayê: Yekêtîya Eerûpayê ragehand, hêrişa Tirkiyê bo ser bakûra rojhelata Suriyê gefe bo ser asayîşa Ewrûpayê.
K24- Hewlêr
Yekêtîya Ewrûpayê: Yekêtîya Eerûpayê ragehand, hêrişa Tirkiyê bo ser bakûra rojhelata Suriyê gefe bo ser asayîşa Ewrûpayê.
kombûna kopîtka serokên welatên endam di Yekêtî ya Ewrûpayê de hat encamdan û beyannameyek derxistin. Di wê beyannameyê de hatîye, Yekêtîya Ewrûpa hêrişên Tirkiyê şermezar dike û ew hêrişên hanê, gef in bo ser asayîşa Ewrûpayê.
Yekêtîya Ewrûpayê daxwaz ji Tirkiyê dike, hêrişên xwe yên serabazî rawestîne û hêzên xwe ber bi paşve bibe û êdî yasayên nêvdewletî di warê mirovî de pêşêl neke.