Rêveberiya Xweser, pabendîbûn a xwe bi Rêkeftina Amerîka-Tirkiye ragihand

Rêveberiya Xweser, pabendîbûn a xwe bi Rêkeftina Amerîka-Tirkiye, derbarê bakûrê rojhilatê Sûriyê ragihand

 K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser, pabendîbûn a xwe bi Rêkeftina Amerîka-Tirkiye, derbarê bakûrê rojhilatê Sûriyê ragihand.

Rêveberiya Xweser ya bakûr û rojhilatê sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, tevî pabend nebûn a Tirkiyê li hinek deveran, lê ew pabendibûn a xwe bi rêkeftina Amerîka-Tirkiye ya derbarê bakûrê rojhilatê Sûriyê ragihand. Diyarkir, ew rêkeftin jiber berevaniya şervanên HSD û givaşên navdewletî bû ye, ku piraniya welatên cîhanê, êrîşa Tirkiyê ya ser deverên Rêveberiya Xweser şermezar kirin.

Rêveberiya Xweser ragihand jî, Tirkiye pabendî rawestandina şer nebû ye û li hinek cihan, bi taybetî Serê Kaniyê êrîş pêkaniye û di encama êrîşan de şehîd û brîndar jî, hene.

 

 

C.B