MSD daxwaza çavdêriya navdewletî ji agirbestê re dike
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) tekez dike, Tirkiye agirbestê binpê dike û daxwaza çavdêriya navdewletî dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) tekez dike, Tirkiye agirbestê binpê dike û daxwaza çavdêriya navdewletî dike.
Di daxuynaiya MSDê de hat, li ser daxwaz û erêkirina Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û navbêNkariya Amerîka agirberst di HSD û Tirkiyê de di navbera Eyn Îsa û Serêkaniyê de hat ragihandin.
MSD di daxuyaniyekê de belav kir, HSD pabendî agirbesta ku bi navbênkariya Amerîka ve hatiye ragihadin bûye, lê Tirkiye pabend nebûye.
MSD tekez kir, duhî di encama topbaranekê de 5 şervanên HSDê canê xwe jidest dane û hejmarek ji sivîlan şehîd bûne. Herwiha Tirkiyê bi topbaranê de berdewam e.
MSD amaje bi wê dike, ew ji raya giştî ya navdewletî re radgihînin, armanca wan parastina xelkê sivîl û rewastandina koçberiyê ye û ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyê jî, wan agirbest qebûl kiriye.
MSD daxwaz ji Netewên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropa û Komkara Erebî dike, ku çavdêriya navdewletî ji agirbestê û bakurê Sûriyê re hebe, ji bo gerentîkirina parastina agirbesta demkî.
Herwiha MSD tekez dike, ku bileztirîn rêyên bo bidawîkirina aloziya Sûriyê bi çavdêriya Netewên Yekgirtî û ji diyaloga Sûrî ya rastîn û avaker li gorî xeta çareseriya siyasî û biryarên navdewletî yên rewa bê dîtin.
S. B