HSD: Tirkiye rê nade sivîl û birîndar ji Serê Kaniyê derkevin

HSD radigihîne, Tirkiye agirbestê binpê dike û rê nade welatiyên sivîl û birîndar ji bajarê Serê Kaniyê derkevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

HSD radigihîne, Tirkiye agirbestê binpê dike û rê nade welatiyên sivîl û birîndar ji bajarê Serê Kaniyê derkevin.

Fermandariya Giştî ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, tevî derbasbûna zêdetir ji 30 demjimêrî li ser ragihandina agirbestê re, lê Tirkiyê bi êrîşên xwe berdewam e û rê nade welatiyên sivîl û birîndar ên dorpêçkirî ji bajarê Serê Kaniyê derkevin.

HSDê dibêje, berpirsatiya pabendkirina Tirkiyê bi agirbestê û vekirina riyeke ewle ji bo derxistina welatî û birîndaran, ji erkê Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo yên rêkeftin bi aliyê Tirkiyê re kirine ye.

Fermandariya Giştî yê HSDê amaje bi wê yekê dike, tevî pêwendiyên berdewam ji aliyê Amerîkî re û sozên çareserkirina vê pirsgirêkê, lê ta niha ti pêşketinek di vê derbarê nehatiye kirin.

Tekez dike, ew ji aliyê xwe pabendî agirbestê bûne, di heman demê de jî daxwaz ji aliyê Amerîkî dikin, fişaran bixe ser aliyê Tirkî bike, ji bo welatiyên sivîl û birîndarên di Serê Kaniyê de hatine dorpêçkirin bêne derxistin.  

 

S. B