Adil Ebdulmehdî: Gel daxwaz maf û xizmetguzarîyan dike
Serok wezîrê Îraqê tekez dike, hevwelatî bi rê ya daxwaza maf û xizmetguzarîyên zêdetir dike û em jî guhdarîya wan dikîn.
K24- Hewlêr
Serok wezîrê Îraqê tekez dike, hevwelatî bi rê ya daxwaza maf û xizmetguzarîyên zêdetir dike û em jî guhdarîya wan dikîn.
Adil Ebdûlmehdî, serok wezîrên Îraqê di gotarekê de li dema bi ax sipartina termê yek ji fermandeyên polîsa Fedral ragehand: Metirsî û çalakîyên Daişê zêdetir bûye û divêt hêzên ewlekarîyê di amadebaşî ya temam de bin.
Serok wezîrên Îraqê derbarê xwenîşandanan jî, tekez kir, hevwelatî daxweazîya maf û xizmetguzarîyên zêdetir dikin û em jî guhdarî dikîn.
Ebdûlmehdî got: Li çend heftîyên burî, di yek dem de hevrûşî çend bûyeran bûyin. Gelê me maf û xizmetguzarîyê zêdetir dike û bi rê ya xwenîşandanên berfireh xwezta xwe derdibire. Em daxwazîyên wan guhdarî dikîn û dê bicih bikîn û hewlên xizmetên zêdetir didîn, vêcar berpirsên serbazî bîn yan sivîlî. Metirsîyên Daişê berdewame û mijûlî ya hêzên ewlekarîyê di dema burî de veqostine, çalakî û bizavên wan zêdetir bûne. Me jî bo wan xwe danûsandîye û di bose deyine. Herweha li ser asta herêmî jî çend guhertin û pêşhat dê rû bidin ku weha dike hêzên me di amdebaşîyê de bin.