Xwenîşandana milyonî li Îraqê birêve diçe
Xwenîşande çûne nav Devera Kesik li Bexdayê û serok wezîrê Îraqê jî red dike dest ji kar vekişîne û dibêje guhertinan di kabîneya xwe de dike.
K24- Hewlêr
Xwenîşande çûne nav Devera Kesik li Bexdayê û serok wezîrê Îraqê jî red dike dest ji kar vekişîne û dibêje guhertinan di kabîneya xwe de dike.
Çavkanîyeke ewlehêyê li Bexdayê rageand: xwenşanderên kax (meydan) a Tehrîr, şîyane biçin nav Devera Kesik û hêzên ewlekarîyê jî berengarî wan bûne û bi rêya avpirandinê hewil dane wan xwenîşanderan belav bikin. Ev di demekê de ye, hêzên Ewlekarîyê tevaya wan rêyan daxistine ku ber bi kax Tehrîr ve diçin. Ji duhî êvarî ve, xwenîşanderên Bexdayê û hejmareke xwenîşanderan ji Bexda û parêzgehên başûra Îraqê dest bi xwenîşandanan kirîne.
Di gotarekê de bo xwenîşanderan, Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê red kirîye dest ji kar vekişîne û ragehand, dest ji kar vekişnadina hikumetê bê ku cêgir hebe; welatê dixe gêreşokê de, lê amaje bi guhertinan da di kabîneya xwe de wek ladana hejmreke wezîran û danan hinekên din li ser binema ya bêlaydeyîyê û jêhatinê.
Biryare evro, Heyînîyê xwenîşandan li çend bajarên başûra Îraqê û Bexdayê birêve biçe û hêzên ewlekarîyê jî amadekarî kirine.