Hejmara xwenîşanderên evro yê Bexdayê dihên aşkerakirin
Sê kes di xwenîşandanên evro ya Bexdayê de hatin kuştin û 100 kes jî ji xwenîşanderan û hêzên ewlekarîyê birîndarbûn.
K24- Hewlêr
Sê kes di xwenîşandanên evro ya Bexdayê de hatin kuştin û 100 kes jî ji xwenîşanderan û hêzên ewlekarîyê birîndarbûn.
Komisyona Mafên Mirov li Îraqê ragehand, xwenîşanderên kax a Tehrîrê, şîyane biçin nav devera kesik û hêzên ewlekarîyê jî berengarî wan bûn û hewil dane wan belv bikin û hejmara kuştîyan jî gehaye sê kesan û nêzîkî 100 kes ji xwenîşander û hêzên ewlekarîyê birîndarbûne.
Xwenîşander dijî gendelî û bê karîyê berdewame û nêzîkî 11 parêzgeh li başûra Îraqê vegirtîye. Evro jî, amdekarî dihêt kirin ku xwenîşandana yek milyon kesî hat kirin û alozî di navbera hêzên ewlekarîyê û xwenîşanderan durist bûye.