CNN: Ebo Bekir Bexdadî xwe teqand
Medyaya Amerîkî ragihad, Rêberê DAIŞê Ebo Bekir Bexdadî di operasyoneke taybet ya hêzên Amerîkî li Sûriyê de xwe teqand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Medyaya Amerîkî ragihad, Rêberê DAIŞê Ebo Bekir Bexdadî di operasyoneke taybet ya hêzên Amerîkî li Sûriyê de xwe teqand.
Kenala “CNN” a Amerîkî li ser zarê jêderekî agahdar ragihand, dema hêzên Amerîkî ji Bexdadî nêzîk bûne, Bexdadî xwe bi piştîneya bombekirî teqand.
Amaje bi wê jî da, piştrastbûna temam ji kuştina Bexdadî, piştî derketina encamên teqîkirina “DNA” derdikevin.
Pêştir jêderekî ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîka ragihandibû, Rêberê DAIŞê Ebo Bekir Bexdadî di encama bombebarana firokeyên Amerîkî li bakurê rojavayê Sûriyê de hatiye kuştin.
Ji aliyê xwe ve, rojnameya “New York Times” ragihand, operasyon hêzên Amerîkî li Idlibê hate kirin, piştî pevçûneke kurt di navbera wan de, Ebo Bekir Bexdadî xwe teqand.
Herwiha Koşka Sipî ya Amerîka ragihand, Serokê Amerîka Donald Trump daxuyaniyeke girîng ya derbarê bi siyaseta derve ya Amerîkayê de dide.
Ji aliyekî din ve, Trump li Twittera xwe nivîsî, tişteke gelek mezin rû daye, lê ti hûrgilî wê derbarê de aşkere nekiriye.
S. B