Tiramp hûrkarîyên kuştina Ebûbekir Bexdadî aşkera dike
Donald Tiramp, serokê Emerîka ragehand: Şeva burî, hêzên Emerîkayê, teroristê mezin ê cîhanî, Ebûbekir Bexdadî li Suriya kuşt.
K24- Hewlêr
Donald Tiramp, serokê Emerîka ragehand: Şeva burî, hêzên Emerîkayê, teroristê mezin ê cîhanî, Ebûbekir Bexdadî li Suriya kuşt.
Got jî: Ev mezintirîn destkevta rêveberîya Emerîkayê bûye.
Herweha got: 11 zaroyên biçûk ji wê bingehê çûne derve û Bexdadî di tunêlekê de hat vedîtin û gehişte dawîya tunêlî û xwe kuşt û ew zaro jî kuştin û keleşê wî di tunêlê de ma.