Lêndisî Girham: Bo hevkarîkirina Kurd, Em li Suriya dê mînîn

Serokê komîteya derveya Civata Nwênerên Emerîkayê, Lîndsî Giraham ragehand: Hêzên Emerîkatyê li Suriya bo parêzvanîyê li Kurd dê vemîne.

K24- Hewlêr

Serokê komîteya derveya Civata Nwênerên Emerîkayê, Lîndsî Giraham ragehand: Hêzên Emerîkatyê li Suriya bo parêzvanîyê li Kurd dê vemîne.

Got jî: Tiramp teekez li ser ji navbirina Daişê dike û Kurd jî rêgirîyê dike ji vegeran Daişê.

Herweha got: Dagîrkarîya Tirkiyê arîşe aloztir kirîne û pêwîste bipirsîn hevkarîya Tirkiyê bo kuştina Baxdadî çi bandor dê hebe li ser helwêsta Tieramp beranber bi Tirkiyê.

Lîndsî Giraham behsa wê yekê jî, bi kuştina Bexdadî qonaxeke nû dest pê dike û destpêka guhertina yarîyê ye.

Derbarê pirsgirka Kurd û Titkiyê got: Pêwîste arîşe yên di navebera Kurd û Tirkiye bihên çareserkirin û devereke aram bo paraztina Kurd li bakûra Suriya bihêt duristkirin.