Emerîka ragehandinekê derbarê xwenîşandanên Îraqê belav dike

Wezareta derve ya Emerîkayê belav kirîye, bi hûrî çavdêrîya rewşa Îraqê dikîn û daxwaz ji hemû alîyan dikîn xwe ji tundûtîjîyê dûr bikin.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Emerîkayê belav kirîye, bi hûrî çavdêrîya rewşa Îraqê dikîn û daxwaz ji hemû alîyan dikîn xwe ji tundûtîjîyê dûr bikin.

Di ragehandinekê de wezareta derve ya Emerîkayê ragehand, ku ji rewşa Îraqê nîgeranin û givaşan li ser xwenîşander û azadîya karê rojnamavanîyê red dikin.

Amaje bi wê yekê jî da, azadîya rojanamevanî bingeha sereke ya karê demokrasîye û  mefeke destpêke ku destûrê daye tevaya sazîyên mîdyayî, mafê rojnamevanan e di ewlehîyê de guzarişê ji pîşeya xwe bikin.

Dibêje jî: Emerîka berdewame li piştîvanî ya Îraqê û gelê Îraqê bo bidestvehînana asayîş û aramîyî û dxwaz ji hemû alyan dike xwe dûr bixin ji bikarhînana tunûtijîyê.

Xenîşandan li Îraqê berdewame û têde rojane hejmareke xwenîşandanan dihên kuştin û hikumeta Îraqê jî daxwaza bi dawîhînan xwenîşandanan dike û çend sozên çaksazîyê daye.