Wezîrê berevanîya Emerîkayê: Hizra Daişê hêj bi dawî nehatîye
Wezîrê berervanîya Emerîkayê ragehand; Kuştina Bexdadî gurzeke kavilkarane bû bo Daişê, tekez jî kir, bi evî karî hizra Daişê bi dawî nahêt.
K24- Hewlêr
Wezîrê berervanîya Emerîkayê ragehand; Kuştina Bexdadî gurzeke kavilkarane bû bo Daişê, tekez jî kir, bi evî karî hizra Daişê bi dawî nahêt.
Mark Êsper, wezîrê berevanîya Emerîkayê ragehand, armanca operasyona taybeta Emerîkayê, girtina Ebûbekir Bexdadî bû, lew hêza Emerîkayê daxwaz kirine xwe radest bike, lê wî red kirîye û xwe kuştîye. Êsper amaje bi wê yekê jî kir, kuştina Bexdadî gurzeke kavilkarî bû bo Daişê, ser wê yekê jî bi kuştina Bexdadî aydolocîya Bexdadî bi dawî nahêt û Emerîka dê berdewam be li ser berengarbûna wê.
Dibêje jî: Bi kuştina Bexdadî lezê nakin ji xwe vekişandinê ji Suriya.