Hejmara qurbanîyên xwenîşandanan zêde bû ye

Ji roja Heynî ve 74 xwenîşanderên Îraqî hatîne kuştin û sê hezar û 654 kesên din jî birîndar bûnê.

K24- Hewlêr

Ji roja Heynî ve 74 xwenîşanderên Îraqî hatîne kuştin û sê hezar û 654 kesên din jî birîndar bûnê.

Komisyona mafên mirovî ya Îraqê belav kirîye, xwenîşandanên Îraqê berdewam in û hejmara qurbanîyan jî bilind bûye.

Ragehand jî: Ji roja Heynî ve, 74 xwenîşander hatîne kuştin û 365 kesên din jî birîndar bûn e.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, 158 kes hatîne girtin, 123 ji wan hatîne azadkirin û heyan niha 35 xwenîşander  desteserin. Komisyonê xuya jî kirîye, xwenîşanderan vîyane li dawîn derazînka devera Kesik derbaz bibin, lê gaza hêsirrêj beraneber bi wan hatîye bikarhînan, lew hejmara birîndaran bilind bûye.

Aşkera jî dike, hejmareke rojnamevanan ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hatîne desteserkirin.