Firansa Hoşdarîyê dide derbarê Daişê

Wezarî navxweyêya Firansayê hoşdarê hodarî da ji egera hêrişên Daişê û ragehand, renge Daiş hewla tolevekirina kujtina xelîfeya xwe bide.

K24- Hewlêr

Wezarî navxweyêya Firansayê hoşdarê hodarî da ji egera hêrişên Daişê û ragehand, renge Daiş hewla tolevekirina kujtina xelîfeya xwe bide.

 Di nameyekê de bo polîsên Firansayê, Kirîstov Kastanîr, wezîrê navxweyîya firansayê, daxwaz dike hoşîyar bin bo rêgirtinê ji her hêrişeke Daişê ku renge wek tolevekirinê encam bide ku beranber kujtina xelîfeya Daişê, Ebûbekir Bexdadî.

Wezîrê navxweyîya Firansayê di nameyekê de, dibêje: Renge Daiş hewlên xwe zêde bike bo hêrişa tole vekirinê, lew daxwaz ji hewe dikim di bilindtirîn asta hoşdarîyê de bin nemaze jî  di rêresmên giştî de.

Ev hoşdarîya wezîrê navxweyî ya Firansayê piştî wê yekê dihêt, duhê, 27/10/2019 kuştina Ebûbekir Bexdadî hat ragehandin ku operasyoneke hêzên Emerîkayê de li Suriyê hate kuştin.