Serbazgeha Tacî li Bexdayê kirin armanc
Dû gulle Hawen bi serbazgeha Tacî ketin, li bakura Bexdayê û ev serbazgeh hejmareke serbazên Emerîkayê têde hene.
K24- Hewlêr
Dû gulle Hawen bi serbazgeha Tacî ketin, li bakura Bexdayê û ev serbazgeh hejmareke serbazên Emerîkayê têde hene.
Çavkanîyeke ewlekarîya Îraqê bi ajansên nûçeyan ragehandî ye, duhî êvarê dû gulle Hawen ketin ser serbazgeha Tacî, li Bakûra Bexdayê û gulle Haweneke din jî li nêzîk serbazgehê ket.
Çavkanîyê ti zanîyarîyên din aşkera nekir, lê serbazgeha Tacî, hejmareke rawêjkarên serbazêyên Emerîkayê têde hene, ku li çarçoveya hevkarîkirina hêzên Îraqê bo cengê dijî Daişê li Îraqê ne. heya niha jî ti alîyan berpirsyartîya xwe ji wê hêrişê neragehandîye.