Rêveberîya Xweser: Em danpêdanê bi ti encamên komîteya destûra Sûriyê nakin

Rêveberîya Xweser raghand, ew danpêdanê bi ti encamên komîteya destûra Sûriyê nakin.

K24- Hewlêr

Rêveberîya Xweser raghand, ew danpêdanê bi ti encamên komîteya destûra Sûriyê nakin.

Rêveberîya Xweser a bakur û rojhelata Sûrîyê di daxuyanîyekê de raghandîye, ew derencamên civînên komîteya destûra Sûriyê dê red bikin çunku ti nwênerên wan di nav wê komîteyê de nîne. Got jî dûrkirina wan ji wê komîteyê bi wê wateya dihêt ku piştguhxistina îradeya 5 milyon kesên Sûrî ye.

Di daxuyanya xwe de Rêveberîya Xweser dibêje, dûr kirina wan ji wê komîteyê xizmeta çareya demokratî li Sûriyê nake, herweha maf dide Tirkiyê ku di tinekirina wan de berdewam be. Di heman dem de jî na dadperwerane ya wê komîteyê  nîşan dide.

Daxwaz ji civaka navdewletî kirîye, ku bi berpirsyaretîya xwe rabe û di ber mafê wan de were deng.

Biryara sibe yekem civîna komîteya destûrê Sûriyê li cinêvê birêve biçe di nava wê komîteyê de hejmarek ji endamên Kurd hene ku ser bi encûmena niştîmanya Kurdî ve ne.