Civata Nwênerên Emerîkayê daxwaz ji Tiramp dike sizayan bi ser Tirkiye re bisepîne

Civata Nwênerên Emerîkayê biryarek pesind kir ku têda daxwaz ji Donald Tiramp, serokê Emerîka dike sizayan bi ser Tirkiye re bi sepîne bi sedema operasyona wê bo ser bakûra Suriyê.

K24- Hewlêr

Civata Nwênerên Emerîkayê biryarek pesind kir ku têda daxwaz ji Donald Tiramp, serokê Emerîka dike sizayan bi ser Tirkiye re bi sepîne bi sedema operasyona wê bo ser bakûra Suriyê.

403 endaman deng dane biryarê û 16 endamên din jî dijî biryarê bûn. Ew biryar daxwaz ji serokê Emerîka Donald Tiramp dike sizayan bisepîne bi ser berpirsên Turk û hemû bendkirinan bixe ser Enqereyê.

Nwênerê Partîya Demokratîxwazan ev biryar pêşnîyaz kirin û piranîya komarîyan jî piştîvanî li biryarê kirin, ev di çarçoveya bizavên Kongirêsê dihêt bo naçarkirina Tirkiyê bi westandina operasyona xwe ya serbazî dijî Hêzên Kurdî li Suriya.

Wezareta derveya Tirkiye ew biryara Civata Nwênerên Emerîkayê red kir û amaje kir ku ev biryar nagunce li gel hevalbendîyê di NATOyê de û li gel rêkkevtina Tirkiye-Emeîka ku li 17yê Oktoberê hatîye wajûkirin derbarê agirbestê li Suriya.

 

çavkanî: RT