Demokratxwazan hewlên xwe zêde kirine bo dûrxistan Tiramp ji serokatîyê
Di Civata Nwênerên Emerîkayê de, hejmareke Demokratxwazan, reşnivîsa piroje biryarekê amade kirîne ku têde rê dide rêkarên pêwîst bigirin ber xwe bo ji karladana serokê welat, Donald Tiramp.
K24- Hewlêr
Di Civata Nwênerên Emerîkayê de, hejmareke Demokratxwazan, reşnivîsa piroje biryarekê amade kirîne ku têde rê dide rêkarên pêwîst bigirin ber xwe bo ji karladana serokê welat, Donald Tiramp.
Ew reşnivîs bi navê Cîmis Makgivrin e, endamê Civata Nwêneran hatîye pêşkeşkirin, ku seroakatîya Komîteya Bicîkarîya Civatê dike.
Ew biryar hejmareke komîteyên civatê radispêre ku berdewam bin li ser vekolînê dabizin erê sedemên pêwîst hene ku Civata desthelatên destûrî bikar bihîne û Donald Tiramp ji kar dûr bixe.
Pêşbînî dihêt kirin ew piroje biryar sube, Pêncşembîyê 31/10/2019 bikeve dengdanê.