Evro yekem civîna Komîteya destûra Sûriyê li Cinêvê brêve diçe

Evro, li baregehê Neteweyên Yekbûy li Cinêvê, yekem civîna Komîteya Destûra Sûriyê bi serpereştîya şanderê navdewletî ji bo Sûriyê, Gêr Pêdersen birêve diçe.

K24- Hewlêr

Evro, li baregehê Neteweyên Yekbûy li Cinêvê, yekem civîna Komîteya Destûra Sûriyê bi serpereştîya şanderê navdewletî ji bo Sûriyê, Gêr Pêdersen  birêve diçe.

Şanda hikumetê bi serokatîya Ehmed Kizberî ye û ya dijberîyê jî bi serokatîya Hadî Elbehra ye. Duhî jî civînên du alî yên serokê şanda hikumet û dijberîyê li gel şanderê navdewletî ji bo Sûrîyê hebûn.

Komîteya destûra Sûriyê ji 150 endaman pêk dihêt û hejmara wan bi wek hevî di navbera hikumet û dijberîyê û civaka sîvîl de dabeş kirîne.

Hikumeta Sûriyê dibêjê, Ew dixwaze guhertinan bike di destûra niha ya Sûriyû de, lê dijberî dixwaze destûreke nû bo Sûrîyê bihêt danan.