Kongirêsa Amerîkayê Tirkiyê siza dide bi sedema êrişa wê bo ser Rojavaya Kurdistanê

Encûmena nûneran li ser projeyasayekê ji bo sizadana Tirkiyê deng da, ew jî piştî êrîşa wê li ser Rojavayê Kurdistanê piştî ku serokê Emêrîka Donald Trump hêzên xwe ji wir kişandin..

K24- Hewlêr

Encûmena nûneran li ser projeyasayekê ji  bo sizadana Tirkiyê deng da, ew jî piştî êrîşa wê li ser Rojavayê Kurdistanê piştî ku serokê Emêrîka Donald Trump hêzên xwe ji wir kişandin..

Ev projeyasa amajeya nerazîbûna herdu partiyên sereke li Emêrîka li ser biryara Trump, piştî ku Kurd demke dirêj li dijî rêxistina Daişê şer dikirin.

Roja Sêşemê endamên encûmena nûneran li Emêrîka çi demokratîk çi komarî piştevaniya xwe ji rojavayê Kurdistanê re nîşan dan..

Encûmena nûneran li ser projeyasayekê ji  bo sizadana Tirkiyê deng da, ew jî piştî êrîşa wê li ser Rojavayê Kurdistanê piştî ku serokê Emêrîka Donald Trump hêzên xwe ji wir kişandin..

Ev projeyasa amajeya nerazîbûna herdu partiyên sereke li Emêrîka li ser biryara Trump, piştî ku Kurd demke dirêj li dijî rêxistina Daişê şer dikirin.

SB Nancy Pelosi, seroka encûmena nûneran, got: Aliyên li Sûriyê ku sûd ji biryara serok dîtin Daiş, hikûmeta Sûriyê, Îran û Rûsya bûn. Emêrîka bi van sizayan berpirsên Tirk ku hember binpêkirina mafên mirovan û êrîşa li ser hevparên me yên Kurd berpirs in, dike armanc. Em dezgehên darayiyên Tirkiyê ku gendeliya Erdogan vedişêrin siza didin, herwiha em rêgiriyê hember firotina çekan ji Tirkiyê re dikin, da ku li Sûriyê bikar neînin.

Tevî dabeşbûnên hizbî di kongrêsê de, lê derbarê pirsa Sûriyê piraniya endaman dijî biryara Trump bûn, ku 403 deng piştevaniya projeyasayê kirin hember 16 endamên dijber..

Ev yasa dê di heyama çend heftiyên dahatî de bicî bibe, û dê betal bib edema Tirkiyê hêzên xwe ji Sûriyê vekşîne û nema êrîşî Kurdan bike..

SB Nancy Pelosi ,seroka encûmena nûneran got jî:Em dîse daxwaz ji serok dikin ku piştevaniya civaka Kurdî bike, û kar bike da ku reftarên leşkeriyên Tirkiyên bin kontrolê de bin. û ji rêveberiya Trump dixwazin stratîjiyeteke zelal ji bo şikandina Daişê pêşkêş bike.

Tirsa siyasetvanên Emêrîkî hye ji bandora kişandina hêzên Emêrîkî ji Sûriyê, di dema ku Trump dibêje Daiş bi dawî hat, siyasetvan û şirovekar tirsa xwe ji revîna çekdarên Daişê ji zîndanan didin xuyakirin, Congress jî tekez dike ku ew li ser şerê terorê rijde daku negihe sînorên wê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b48e5ade-baaa-4a8c-ad81-c1e69ee6ff75/103019snv.ism/manifest