Li Bexda xwenîşander dixwazin biçin nav Devera Kesik
Hêzên ewleyên Îraqê careke din bi gulleyên pilastîkî û gaza hêsirêj berengarî xwenîşanderan bûne, ku dixwazin ji pira Komarî û Sinek derbaz bin û ber bi Devera Kesik a Bexdayê biherin.
K24- Hewlêr
Hêzên ewleyên Îraqê careke din bi gulleyên pilastîkî û gaza hêsirêj berengarî xwenîşanderan bûne, ku dixwazin ji pira Komarî û Sinek derbaz bin û ber bi Devera Kesik a Bexdayê biherin.
Bi sedema herûbûnê bi dehan hevwelatîyên xwenîşander birîndar bûne û hatîne veguhaztin bo nexweşxaneyê.
Xwenîşander li kaxa Tehrîr a Bexdayê daxwazkirin Mehemed Helbûsî, serkê Civata Nwêneran nemîne û ji serokatîya perlemanê derkeve.

Şeva burî mûşekeke katyoşa arasteya Devera Kesik hatkirin û li nêzîk balyozxaneya Emerîkayê li devera kesik kete xwar.
Ji encama evê bûyerê endmekê dezgehên ewlekarîya Îraqên canê xwe ji dest da û yek dî jî birîndar bû.

Xwenîşanderên Îraqê, daxwaza dest ji kar vekişandina hikumetê û helweşandina Civta Nwêneran dikin.
Hevdem Muqteda Sedir, rêberê Rewta Sedir çû nav rêza xwnîşanderan û daxwaz kir hikumet bihêt helweşandin û helbijartina pêşdem bihêt encamdan, lê hinek ji xwenîşanderan daxwaz kir ku wan Sedir jî nevên û dixwazin ji sîyasetê dûr bikeve.