Nîyoyork Taymiz: Nêzîkî hezar serbazên Emerîkayî li Sûriya dê mînin
Rojnameya Nîyoyork Taymiz belav kir, nêzîkî hezar serbazên artêşa Emerîkayê li Sûrîyê dê mînin.
K24- Hewlêr
Rojnameya Nîyoyork Taymiz belav kir, nêzîkî hezar serbazên artêşa Emerîkayê li Sûrîyê dê mînin.
Wê rojnameyê belav kirîye, zêdetir ji 900 serbazên artêşa Emerîkayê li Sûriyayê dê mînin. 250 serbaz li parêzgeha Dêrzorê li rojhelata wî welatî, erkên xwe bicij dikin.
Xuya jî kir 500 serbaz li devera Tenif dimînin ku bingeha serekeya artêşa Emerîkayê têde dimînin.
Li 9ê evê mehê, , rêveberîya Koçka Sipî ragehand, ku tevaya hêzên xwe ji bakûra Sûriyayê dê vekişîne.
Di çend rojên burî de, wezareta berevanîya Emerîkayê ragehand, hêzên Emerîkayê li gel Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) bîyavên petrolê diparêzin û ew bîyav li bin destên HSDyê dibin daku bikarin wek çavkanîya dahatê mifayê jê wergirin.