Artêşa Emerîka û Artêşa Sûriya Careke din digehin hevdû
Li gor çend wêne û vîdyoyan ku kenala RT di pêgeha xwe ya elikitronî de belav kirîne, li gundê Elxîbş li başûra Tel Temir, li parêzgeha Hesekeyê, karwaneke hêzên Emerîkayê bi tenîşt serbazên artêşa Sûriyayê re diçin.
K24- Hewlêr

Li gor zanyarîyên kenala Rûsyayê, karwana otombêlên Emerîkayê vala bûn û bi rêya nêvdewletîya başûra Tel Temir re diburin, di wê demê de jî firokeyên Emerîkayê li asman çavdêrîya karwana serbazîya Emerîkayê kirîne.
Ew hêzên Emerîkayê ber bi deveerên Eyîn Îsa û Kobanê çûne, daku pamşma yên keriste û kelûpelên serbazîyên xwe ji bingeha serbazîya berê vegerînin.
Di dema raburînê de careke din, li rêya Minbic û Kobanê, careke din karwan hêzên serbazîyê Emerîkayê bi hev digehin dema ku Emerîkayî ji wê deverê xwe di vekişandin piştî ku Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û hikumeta Sûriyayê, artêşa Beşar Esed ber bi deverê dihatin.