Waşintun: Îranê 16 milyar Dolaran bo milîşîyayên xwe li Suriya û Îraq xerc kirîye.
Emerîka ragehand, Îranê xêdetir ji 16 milyar Dolaran bo mîlîşîyayên xwe li Suriya û Îraqê xerc kirîye.
K24- Hewlêr
Emerîka ragehand, Îranê xêdetir ji 16 milyar Dolaran bo mîlîşîyayên xwe li Suriya û Îraqê xerc kirîye.
Birayan Hok, şanderê Emerîkayê bo karûbarên Îranê, di dîdarekê de li gel kenala Elerebîye got: Îranê zêdetir ji 16 milyar Dolaran xerc kirîye bo mîlîşîyayên xwe li Suriya û Îraqê.
Ragehand jî: Armanca Îranê li Suriya paraztina Beşar Esed e û dixwaze axa Suriya bike xîç û rêya peywendyê li gel Hizbûllah a Lubnanî.
Amaje bi wê yekê jî kir, Îran li Başûr û bakur hêriş dike ser Seûdîye û hêrişa Îranê bo ser sazîya petrola Aramko di Civata asayîşê de dê bihêt behiskirin.
Tekez jî kir, Waşintûn berdewam dibe li ser sepandina sizayan li ser Îranê heya wê demê ku Îran amade dibe bo danûstandinan.
Îran li Suriya û Îraqê çend hêzên nêzîk ji xwe durist kirîne bo armancên sîyasîyên xwe li wan dû welatan bi kar dihînin.