Emerîka sizayên nû bi ser Îranê ra disepîne

Wezareta derveya Emerîkayê ragehand, hejmareka sizayên nû bi ser Îranê re sapandîye.

K24- Hewlêr

Wezareta  derveya Emerîkayê ragehand, hejmareka sizayên nû bi ser Îranê re sapandîye.

Di beyannameyekê de, evro Heyînîyê, wezareta derveya Emerîkayê ragehand, sizayên nû bi ser kerta avakirina Komara Îslamîya Îranê re sepandîye.

Xuya jî kirîye, ew siza hemû wan pirojeyan ji xwe re digire ewên rasterast yan narasterast li jêr kontirola Supayê Pasdarên Komara Îslamîya Îranê daye.

Li gor beyannameyê, bi nerîna Mayîk Pomêw, wezîrê derveyê Emerîkayê, sepandina evan sizayan dibe sedema ku baştir çavdêrîya pirograma navokîya Îranê di warê sivîlî de bihêt kirin. Herweha mertirsîya belavbûna wê sinûrdar dike û şîyanên Îranê bo pêşxistina karê navokî ji nav dibe.

Li gor biryara Emerîkayê bo sizayên nû, firotin û veguhaztina kanzayên xav, nîv duristkirî, Giravît, rejî,  pirogramsazî û hemû corên borîyn ji Îranê dihên qedexekirin.