Li Qamişlo hêzên Rusiya û Tikiya bi hevpişkî destbikar bûn
Gera serbazîyên hevpişikên Rusiya û Tirkiyayê, evro li Qamişloyê destbikar kirin û biryare bo dema 5 demjmêran çavdêrîya rewşa deverê bikin.
K24- Hewlêr
Gera serbazîyên hevpişikên Rusiya û Tirkiyayê, evro li Qamişloyê destbikar kirin û biryare bo dema 5 demjmêran çavdêrîya rewşa deverê bikin.
Artêşa Rûsyayê, 300 polîsên serbazî û 20 otombêlên gullenebir li bakura Sûryayê belavkirin û biryare li gel artêşa Trikiyayê bi hev re gerên hevpişik encam bidin.
Nûçegehanê Kurdistan24 li Qamişloyê ragehand, evro hêzên Rûsiya û Tirkiyayê bi hevpişkî gerên serbazî destpêkirine û çavdêrîya rewşa asayîşî ya bajarî dikin.
Biryare hêzên Rûsiyayê, rojane li 9 deverên akincîbûna hevwelatîyan geran encam bidin û çavdêrîya rewşa asayîşî bikin.
Ajansa Nûçeya Novostî ya Rûsya belav kirîye, gerên Rûsiya û Tirkiya evro bi hevpişkî kar dikin û 150 Km di dema 5 demjimêran çavdêrî dikin.