Di mehekê de 250 kes di xwepêşandanên Iraqê de hatin kuştin

Li gor amareke nû ya xwepêşandanên Iraqê, di meha bûrî de 250 kes di xwepêşandanan de hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor amareke nû ya xwepêşandanên Iraqê, di meha bûrî de 250 kes di xwepêşandanan de hatin kuştin.

Komîta Mafên Mirovan di Parlemana Iraqê de aşkere kir, di xwepêşandanên meha Cotmeha bûrî de, 250 kes di xwepêşandanên Bexda û bajarên başûrê Iraqê de hatine kuştin û zêdetir ji 11 hezar kesî jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê Elî El Beyatî ragihand, ji ber xemsariya hikûmeta Iraqê bo rawestandina karên tundûtûjiyê li dijî xwepêşanderan, hejmara qurbaniyan zêde dibe.

Ji destpêka meha Cotmeha bûrî ve, li dijî nebûna xizmetguzariyê, nebûna derfetên kar û rûxandina Hikûmetê, li Bexda û çend bajarên din ên Iraqê xwepêşandan destpê kirine û ta niha jî berdewam in.

 

S. B