Xwenişander bendera Ûmqesir navekin

Xwenîşandan li Bexda û çand bajarên din yên Îraqê berdewame û bendera Ûmqesir jî hêj daxistîye.

K24- Hewlêr

Xwenîşandan li Bexda û çand bajarên din yên Îraqê berdewame  û bendera Ûmqesir jî hêj daxistîye.

Hevdem li gel berdewambûna xwenîşandanên Bexdayê û çend bajarên başûr û naverast ên Îraqê berengarbûn di navebera xelkê nerzaî û hêzên ewlekarîyê rûda û bi sedma wê yekê jî bi dehan kes birîndar bûn.

Li bendera Ûmqesir jî, ku Îraqê tenê ew derazînka avê heye û dikeve başûra Besrayê, xwnîşanderan derîyê benderê daxistine û amade nîne wê vekin.

Duhî jî, komisyona mafên mirovan li Îraqê  ragehand, 120 kes ji xwenîşanderên bendera Ûmqesir birîndar bûne.