Sûrîya careke din vegeran bajarokê Ebûrasên li Hesekeyê

Serbazên hikumeta Sûrîyayê careke din vegeran bajarokê Ebûrasên li bakûra gundewarê Hesekeyê.

K24- Hewlêr

Serbazên hikumeta Sûrîyayê careke din vegeran bajarokê Ebûrasên li bakûra gundewarê Hesekeyê.

Riwangeha Sûrîya ya Mafên Mirov belav kirîye, piştî çend rojan ji vekişandina wan ji bajarokê Ebûrasên, serbazên hikumeta Sûriyayê careke din vegerîya wî bajarokî.

Li gor ku  hatîye belavkirin, rijêma Sûrîyayê xalên xwe li wê deverê bihêz dike. Herweha rêya navbera Ebûrasên û Tel Temir hat vekirin.

Heftîya burî, rijêma Sûrîyayê bi sedema hêrişên girûpên çedarên ser  bi Tirkiayê ve, hêzên xwe ji Tel Temir û Ebûrasên vekişandibûn.