Sûrîya careke din vegeran bajarokê Ebûrasên li Hesekeyê
Serbazên hikumeta Sûrîyayê careke din vegeran bajarokê Ebûrasên li bakûra gundewarê Hesekeyê.
K24- Hewlêr
Serbazên hikumeta Sûrîyayê careke din vegeran bajarokê Ebûrasên li bakûra gundewarê Hesekeyê.
Riwangeha Sûrîya ya Mafên Mirov belav kirîye, piştî çend rojan ji vekişandina wan ji bajarokê Ebûrasên, serbazên hikumeta Sûriyayê careke din vegerîya wî bajarokî.
Li gor ku hatîye belavkirin, rijêma Sûrîyayê xalên xwe li wê deverê bihêz dike. Herweha rêya navbera Ebûrasên û Tel Temir hat vekirin.
Heftîya burî, rijêma Sûrîyayê bi sedema hêrişên girûpên çedarên ser bi Tirkiayê ve, hêzên xwe ji Tel Temir û Ebûrasên vekişandibûn.