Emerîka gereke nû ya çavdêrîyê encam dide li ser Sinûrê Tirkiyayê
Emerîka gereke nû ya çavdêrîyê encam dide li ser Sinûrê Rojavaya Kurdistanê li gel Tirkiyayê.
K24- Hewlêr
Emerîka gereke nû ya çavdêrîyê encam dide li ser Sinûrê Rojavaya Kurdistanê li gel Tirkiyayê.
Nûçegehanê Kurdistan24 li Rojavaya Kurdistanê ragehand, evro hêzên Emerîkayê gereke nû ya çavdêrîyê li bajarê Tirbe Sipîyê destpêkirin. Gera wan jî li ser xiça sinûrî ye li gel Tirkyayê.
Li gor nûçegehanê me, 3 zirpoş ên Emerîkayî di wê gerê de pişikdar in.
Di 31 meha burî de jî, hêzeke Emerîkayê derbazî bajarê Tirbe Sipîyê bûn û ew hêz taybet bûn û be cara yekem bû ew hêz derbazî rojava dibûn.