Hevpeymanîya Nêvdewletî hêzên xwe ji firokexane ya Sirîn vekişand
Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê hêzên xwe ji firokexane ya Sirîn li derdora Kobanê vekişand
K24- Hewlêr
Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê hêzên xwe ji firokexane ya Sirîn li derdora Kobanê vekişand
Riwangeha Surîya ya Mafên Mirov belav kirîye, hêzên Hevpeymanên Nêvdewletî, hêzên xwe ji firokexaneya Sirîn ya serbasî vekişand, ku tîma operasyona kuştina Bexdadî ji wê firokexaneyê rabibû.
Herweha ragehandîye, evro sipêdeyê dest bi xwevekişandinê kirin.
Li 28ê meha burî, Riwangeha belavkiribû, hêzên Emerîkayê ku xwe ji bingehên xw li bakûra rojhelata Sûriyayê vekişandibûn, careke din vegerîyan wan bingehan.
Her li gor Riwangehê, 500 serbazên Emerîkayê bi alavên xwe yên serbazî ve gehabûn bingeha Qesirkê li ser rêya M4 di navbera bajarokê Tel Temir û Tel Beyder de. Herweha firokexane ya Sirîn jî, dema pênc rojane bizaveke zêde têde heye.