Co Baydin: Sîyaseta Donald Tiramp rê da Rûsîya hebûna xwe li Sûrîya xurt bike
Kandîdê Demokratan bo serokatîya Emerîkayê Co Baydin ragehand, sîyaseta Donald Tiramp rê da Rûsîya hebûna xwe li Sûrîyayê xurt bike.
K24- Hewlêr
Kandîdê Demokratan bo serokatîya Emerîkayê Co Baydin ragehand, sîyaseta Donald Tiramp rê da Rûsîya hebûna xwe li Sûrîyayê xurt bike.
Co Baydin di hevpeyvînekê de li gel Wol Striît Cornal ragehand: Bi sedema sîyaseta Donald Tiramp her tişt li Sûrîyayê hat guhertin. Bi gotina Baydin, Rûsîya û Sûrîya hebûna xwe xurtir kirine bi sedema ne zelalîya sîyaseta Tiramp li wê deverê.
Baydin, gotinên Tiramp rexne kir derbarê bi destxistina bîyavên petrolê li Sûriyayê.
Serokê Emerîkayê ragehandibû, Emerîka hêzên xwe li deverên petrolî li Sûriya dihêlin, lê Rûsîya rijde li ser kontirolkirina tevaya deverê ji alîyê artêşa Sûrîyayê ve.