Wolkswagen karê xwe li Tirkiyê radiwestîne

Kompanyaya Wolkswagen a Almanî ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, di 15ê Mijdarê de karê xwe li Tirkiyê radiwestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kompanyaya Wolkswagen a Almanî ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, di 15ê Mijdarê de karê xwe li Tirkiyê radiwestîne.

Kompanyaya Wolkswagen a Almanî ku ji bo dirustkirina otombîlan, welatê Tirkiyê hilbijartibû projeya wê bi 1. 3 milyar Dolar bû. Karkerên Wolkswagenê li dijî operasyona artêşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan daban û didin zanîn ku aramî li Tirkiyê namîne.

Rêveberê Darayî yê Wolksvagenê Frank Witter daxuyaniyek da Euronewsê û got, wan projeyek amadekiribû, da ku kargeheke Wolksvagenê li Tirkiyê ava bikin û salane 300 hezar otombîl durist bikin. Lê ji ber rewşa siyasî û neramiya li Tirkiyê û nerazîbûna nûnerên karkeran, ewê roja 15ê Mijdarê altirnatîveke din peyda bikin.

Ev di demekê de ye, duhî Wezareta Derve ya Almanya welatiyên xwe yên ji regeza Kurd bo serdana Tirkiyê hişyar kiribû.

 

S. B