Artêşa Emerîkayê hêrişkirina ser karwaneka serbazîya xwe tekez dike
Artêşa Emerîkayê hêrişkirina ser karwaneka serbazîya xwe tekez dike, lê hebûna qurbanîyan di wê hêrişê de red dike.
K24- Hewlêr
Artêşa Emerîkayê hêrişkirina ser karwaneka serbazîya xwe tekez dike, lê hebûna qurbanîyan di wê hêrişê de red dike.
Li gor ajansa Novistî belav kirîye, nwênerê serkirdatîya navendîya serbazîya Emerîkayê belav kirîye, karwaneke serbazîya Emerîkayê dema li ser rêya M4 ber bi sinûrê Îraq ve diçû, bi topan hêriş hatîye kirin bo ser wê karwanê, lê ew top dema ketîne xwar, nêzîkî yek kîlometir dûr bûne ji wê karwanê û ti qurbanî jî nebûn e.
Nwênerê serkirdatîya navendîya Emerîkayê jî ragehadîye jî, mafê hevpeymanîya nêvdewletî ye, berevanîyê li xwe bike.
Duhî wezareta berevanîya Rûsyayê ragehandibû, ku hinek zanîyarî ji Emerîkayîyan ve ji wan re hatîne, ku karwaneke serbazîya wan li ser rêya M4 hevrûşî hêrişekê bûne.