Nûtirîn pêşnîyaza Rûsiyayê bo HSDyê

Sêrgî Vêşînîn, cêgirê wezîrê derve yê Rûsiyayî ragehand: Mosko amade ye hevkarîya Kurd û Sûriya bike bi armanca veguhaztina Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bo nav artêşa Sûriyayê.

K24- Hewlêr

 Sêrgî Vêşînîn, cêgirê wezîrê derve yê Rûsiyayî ragehand:  Mosko amade ye hevkarîya Kurd û Sûriya bike bi armanca veguhaztina Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bo nav artêşa Sûriyayê.

 Ragehand jî:  Em amade ne hevakrîya herdû alîyan bikîn daku dest bi danûstandinan bikin.

Di dawîya meha burî de, HSD ragehandibû ku ji sinûrê navbera Suriya û Tirkiyayê dê xwe vekişîne û şûna wan hêzên hikumeta Sûriyayê erkê paraztina wê deverê dixe stûyê xwe de.

HSD amadeyî ya xwe nîşand dabû bo destpêkirina danûstandina li gel hikumeta Sûriyayê û bo evê mebestê jî li Rûsiya rêkevtine.