Tiramp bo petrola Sûriyayê supayê xwe berfireh dike
Donald Tiramp, serokê Emerîkayê rezamendîta xwe derbirî li ser berfirehkirina erkê serbazîyê hêzên wan bo paraztina bîyavên petrolê li bakşra rojhelata Sûriyayê.
K24- Hewlêr
Donald Tiramp, serokê Emerîkayê rezamendîta xwe derbirî li ser berfirehkirina erkê serbazîyê hêzên wan bo paraztina bîyavên petrolê li bakşra rojhelata Sûriyayê.
Ajansa Nûçeya Esoşeytid Pirês, li zardevê berpirseke Emerîkayê veguhaztîye, ku Triramp razî bûye derbarê berfirehkiria erkên hêzên Emerîkayê li Sûriyayê bo paraztina bîyavên petrolê li bakûra rojhelata Suriyayê.
Bi evê biryara Tiramp bi sedan serbazên Emerîkayê li Sûryayê dimîn in û rûbereke 145 Kîkometrî ji Dêrezoerê heya parêzgeha Hesekeyê diparêzin.
Serokê Emerîkayê vîyan û heza xwe bo kontirlokirina çend bîyavekên petrolê li bakûra Sûriyê neveşartîye û bi aşkera dibêje, ez hez ji petrola Sûriyayê dikim.
Bo evê mebestê jî, hêzeke taybeta sûpayê Emerîkayê li wan deveran dimîne ku petrol têde heye.