Li Enqerê 9 jinên siyasetmedar hatin binçavkirin

Li Enqerê 9 jinên endam û rêveberên HDPê hatin binçavkirin ku bi endamtiya PKKê tên tometbarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Enqerê 9 jinên endam û rêveberên HDPê hatin binçavkirin ku bi endamtiya PKKê tên tometbarkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi tometa ku bi navê Tevgera Jinên Azad kar dikin, biryara binçavkirina 9 jinan da ku Serdozgerî, Tevgera Jinên Azad wek dezgeheke neyasayî û baskeke PKKê destnîşan dike.

Hêzên Dîjîterorê yên Enqere bi operasyonên hevbeş, 9 jin binçav kirin.

Li gor agahiyan, kesên hatine binçavkirin, rêveber û endamên şaxên Enqereyê yên HDP, endamên Komeleya Elewiyan û endamên sendîkaya fermanberan in.

 

S. B